Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Bandora Rêkeftina Daiş û Hizbullah li Operasyona HSD'ê


Kadar Pîrê û Hewas Xelîl
Kadar Pîrê û Hewas Xelîl

Ajansa dewleta Sûrî ya nûçeyan SANA îro Sêşemê ragihand ku bi sedan çekdarên Daiş û malbatên wan giheştin rojhilata Sûriyê.

Çekdarên Daiş di çarçoweya rêkeftinekê de li gel Hizbullah û erêkirina hikûmeta Sûrî ji sînorê di navbera Lubnan û Sûriyê giheştin parêzgeha Dêrezorê ku hîn bi bin destê Daiş de ye.

Ev rêkeftin tê di demekê de, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bo têkbirina Daişê operasyonekê li parêzgeha Dêr el-Zorê bi rê ve dibe.

Gelo ev rêkeftin çiqas bandorê dide ser operasyona HSD'ê?

Çima rê ji terorîstên Daiş re tê vekirin ku karibin careke din hêzên xwe kome ser hev kin?

Îmzakirina rêkeftinê li gel terorîstan ta kîjan astê bi sûde ye ji bo xelkê Sûriyê?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Hewas Xelîl, Endamê desteya siyasî ya hevpeymaniya niştimanî ya opozisyona Sûrî ku li Tirkiyê dimîne û Kadar Pîrê, rêvebirê rêxistina Kurd Bê Sînor ku li Fransa dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Hest û Helwest 29_08_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:21:57 0:00

XS
SM
MD
LG