Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Libnanê Kombûneke Awarte li Dor Nakokiya Bi Erebistana Saudî Re Li Dar Dixin


Wezîrê ragihandê yê Libnanê George Qirdahî
Wezîrê ragihandê yê Libnanê George Qirdahî

Grûpeka wezîrên Libnanê îro Şemîyê kombûneke awarte li dar xist ji bo gotûbêjkirina nakokiya li gel Erebistana Saudî ya ku di encamê de Erebistana Saudî şandiyê Libnan bo Kendavê qewitand û hawirdekirina hemî berhemên Libnanî qedexe kir.

Cîgirê serokê erka Amerîkî li Libnanê Richard Michaels jî tevlî kombûnê bû, li gor peyvdarê balyozxana Amerîka li Libnanê ku agahiyên berferehtir nedan.

Ev kirîz di navbera Libnan û Erebistana Saudî de derkete pêş, piştî axaftinên wezîrê ragihandê yê Libnanê George Qirdahî ku tê de rexne li destêwerdana leşkerî ya bi serkirdayetiya Erebistana Saudî li Yemenê kiribû.

Grûpeke serokwezîrên berê yên Libnanê banga destkişana ji kar ya Qirdahî kir û serokwezîrê Libnanê Nejîb Mîqatî doh Înê ji Qirdahî daxwaz kiribû ku “berjewendiyên niştimanî” yên Libnanê bide ber çavan, lê bi awayekî aşkere jê daxwaza destkişana ji kar nekir.

Fuad Senyora, Saad Harîrî û Temmam Selam di daxuyaniyekê de got ku axaftinên Qirdahî ziyan gihandine pêwendiyên Libnanê li gel welatên Kendavê.

Qirdahî ku Hizbullah piştgiriya wî dike, red dike ku dest ji kar bikşîne yan daxwaza lêborînê bike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG