Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Libnanê Şewatek li Navendeke Petrolê Diqewime


Nexşeya Libnanê.

Medyaya dewlet li Libnanê îro Duşemê ragihand ku şewateke mezin li bingeheke petrolê ya li başûrê Libnanê qewimîye û got sedema wê hîn nayê zanîn.

Ajansa Netewî ya dewletê (NNA) got ku çi karker li wê derê nebûn dema ku agir bi tankerek mezin ya benzînê ketî li gundê peravê Zahranî. NNA da zanîn ku tîmên agirkujiyê çûn herêmê da ku alîkarîya vemirandina agirî bikin.

Şewat nêzîkî yek ji navendên serekî yên Libnanê çêbûye, ku du roj berê ji ber kêmbûna sotemeniyê karê xwe rawestandibû.

Libnan bi krîzeke cidî ya elektrîkê re rûbirû ye ku rojê heta 22 demjimêran elektrîk tê qut kirin.

XS
SM
MD
LG