Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Libnan Rastî Pêleka Mezin a Xwepêşandanan Tê


Li Libnanê xwepêşandanên dijî hikûmetê bo roja çaran berdewam in û pêşbîne ku îro mezintirîn xwepêşandan bibin.

Bi hezaran xelk ji hemî nifşên civakê îro Yekşemê li meydana navendî ya Beyrûta paytext kom bûne, alên Libnanê li ba dikine û dibêjin” Xelk rûxandina rêjîmê dixwaze.”

Ev xwepêşandan yên herî mezin in di 5 salan de, ku sînorên Beyrûtê derbas dikin û digihin bajar û bajarokên din.

Xwepêşandanan dest pê kir piştî ku hikûmetê hin bacên nû pêşniyar kirin, wek beşek ji pîvanên kêmxerckirinê, di demekê de ku kirîza abûrî geş dibe.

Tê zanîn serokwezîrê Libnanê Saad Harîrî pêr ji xwepêşanderan xwestibû ku derfeta 72 demjimêran bidin wî da ku çareyekê bibîne.

Xwepêşandan li dijî qata siyasî ya desthilatdar dibin ku li dirêjiya dehan sal abûpriya lawaz û jêrxaneyên Libnanê pêşnexistin, li gor xwepêşanderan.

XS
SM
MD
LG