Li Libnanê bi hezaran alîgirên serokê welêt Michel Aoun derketin xwepêşandanan ji bo piştgiriya wî û pêşniyarên wî yên derbarê çaksaziyên siyasî.
Xwepêşandanên nêzîkî koşka serokatiyê ya Michel Aoun li başûrê rojhilatê Beyrûtê tên piştî bêhtirî du hefteyan ji xwepêşandanên berferh ên dijî hikûmetê.
Biryar e xwepêşandaneke din a dijî hikûmetê îro Yekşemê li navenda Beyrûtê bê lidarxistin.
Van xwepêşandanan xelkê Libnanê ji gelek ayîn û pêkhateyan kirin yek li beramber qata siyasî.
Serkirdeyên Libnanê ji dema şerê navxweyî yê Libnanê ve(1975-1990) desthilatdariya Libnanê dikin û ew ji aliyê xwepêşanderan ve tên tawanbarkirin ku wan abûriya welêt têk biriye.
Seropk Michel Aoun roja Pênşemê axaftinek pêşkêş kir û pêşaniyar kir ku pêwîste Libnan dest ji sîstema siyasî ya olî berde.