Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herîrî Rexneyên Tund li Partiya Serokê Libnanê Dike


Serokwezîrê Libnanê yê dest ji kar berdayî Saad Herîrî bi awakî tund rexne li partiya serokê welêt kirin li dor derengmayîna damezrandina hikûmeteke nû.

Nivîsîngeha Herîrî îro Yekşemê di daxuyaniyekê de siyasetên serok Michel Aoun wek siyasetên “ne berpirsiyar” binav kirin.

Nêzîkî sê hefteyan bi ser destberdana Herîrî ya ji kar re derbas bûye û hîn çavlirê ye ku Aoun rawêjkariyan li gel kutleyên parlemanî bike ji bo binavkirina kesekî ku hikûmeta nû damezrîne.

Tê zanîn, ji roja 17ê meha borî ve xwepêşandanên mezin li seranserî Libnanê dibine li dijî danîna bacên nû û rewşa abûrî ya xerab.

Hin aliyên sereke yên welêt dixwazin Herîrî hikûmeta nû damezrîne, lê ew dixwazin Herîrî hikûmetê ji siyasetmedar û teknoqratan ava bike û ew jî dixwaze hikûmet tenê ji teknoqratan be.

XS
SM
MD
LG