Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerê Girêdayî bi Aloziyên Sûrîyê li Libnanê Berdewam e


Şerê girêdayî bi aloziyên li Sûrîyê gihişte Beyrût a paytexta Libnanê. Ajansa fermî ya nûçeyan ragihand şer û pevçûna ku şeva Yekşemê destpê kir, roja Duşemê jî her berdewam bû. Ajansê herwiha ragihand ku bi kêmî ve şeş kes li Beyrûtê birîndar bûn.

Çend demjimêran berî pevçûnên paytextê, oldarekê dijî rejîma Beşar El Esed li xaleka vekolînê bi destê leşkerên Libnanî hate kuştin. Artêşa Libnanê mixabiniya xwe beramberî kuştina wî oldarî ragihand.

Li heftiya bihurî jî li şer û pevçûnên girêdayî bi aloziyên Sûrîyê, bi kêmî ve heşt kes li bajarê Terablusê li bakurê Libnanê hatin kuştin.

Peyvdarê Associated Press li Libnanê radigihîne ku şer û pevçûn li navbera komelên piştevan û dijberên rejîma Esed in.

XS
SM
MD
LG