Şer û pevçûnên girêdayî bi serhildana Sûrîyê bo roja sêyem roja Duşemê li Libnanê berdwam bûn.
Bi kêmî ve pênc kes hatîne kuştin û 100 kes birîndar bûn li tundûtûjîya ku şeva Şembî li Terablusê destpê kir.
Şer û pevçûn li navbera xelkê taxekê piranî Sunnî û taxekê piranî Elewî ye.
Li gor ajansa Associated Press, şer û pevçûnên Libnanê destpê kir piştî binçavkirina Şadî Mewlawî, ku rexnegirekê berçav yê rejîma Beşar El Esed e li Libnanê.
Musilmanên Sunnî li Terablusê piştgîrîya serhildayên Sûrî dikin û Serokê Sûrî Beşar El Esed Elewî ye.