Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûriyê Daxwaza Libnanê Ya Hawirdekirina Wizeyê Erê Dike


Sûriyê îro Şemîyê got wê daxwaza Libnanê ya hawirdekirina gaza Misrî bi riya Sûriyê erê kir, piştî wezîrên Libnanî bo serdaneke herî bilind di nava çend salan de çûn Dîmeşqê.

Libnan rastî kêmbûneke tund ya wizeyê dibe ku di encamê de xizmetên bingehîn, di nav de jî nexweşxane hatin girtin.

Ev kirîza nû beşeke ji kirîzeke darayî ya berferehtir ku ji sala 2019an ve aborîya wî welatî têk biriye.

Şanda Libnanê ya ku serdana Dîmeşqê kir, bi seroktîya Zeyna Akkar bû, ku hejmarek post di hikûmeta rêvebirina kar de wergirtine, di nav de jî wezareta derve.

Armanca serdanê ew e vekirina rê ji bo planeke wergirina eliktirîkê, bi riya tora Sûrî, ku Amerîka piştgiriya wê dike.

Sekreterê giştî yê Civata Bilind ya Libnanî ya Sûrî Nesrî Xorî got ku aliyê Sûrî bixêrhatina daxwazê kiriye û amadebûna xwe nîşan daye.

Wezîrê derve yê Sûriyê Feysel Miqdad îro Şemîyê li ser sînor pêşwaziya şanda Libnanê kir ku her wiha wezîrên wizeyê û darayî vehewand.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG