Serokê Libnanê Michel Aoun îro Yekşemê banga yekîtiyeke niştimanî kir, piştî derketina tundûtûjiyê li hin beşên Beyrûta paytex di navbera alîgirên partiyên siyasî yên dijber de.
Kirîza darayî ya ku ji dawiya sala borî ve dest pê kiriye, gefa herî mezin daye ser welêt ji dema şerê navxweyî ve.
Aoun di Twîtekê de got:
“Hêza me di yekîtiya me ya niştimanî de ye... Tiştê şeva borî qewimî zengilê huşdariyê ye... Divê em nakokiyên xwe yên siyasî bidin alî û bi lez li gel hev kar bikin û welatê xwe ji vê kirîzê derxin.”
Medya xwecihî ya Libnanê ragihand ku şeva borî teqe li hin taxên Beyrûtê hatin bihîstin û hêzên ewlekariyê bi hejmarên mezin li wan taxan hatin belavkirin.
Roja Şemiyê jî, pevçûn di navbera xwepêşanderan û hêzên ewlekariyê de derketin holê. Xwepêşanderan kevir avêtin polîs û polîs jî bi gazên rondikrêj bersiva wan da.
Jêder: Reuters