Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lubnan bo Vegera Penaberên Sûrî Daxwaza Garantîyan Dike


Cibran Basîl
Cibran Basîl

Wezîrê Derve yê Lubnanê Cibran Basîl îro Duşemê bang li hikûmeta Sûrîyê kir ku jibo vegera penaberên Sûrî garantî bide wan.

“Di peyvajoya xurtkirina vegera penaberan de, divê hikûmeta Sûrî garantîya ewlehîyê bide hemwelatîyên xwe ku can û mulkê wan dê werin parastin, Basîl di preskonferansekê de li Beyrutê got.

Basîl, bi hazirbûna hevtayê xwe yê Îranî Cevad Zarîf got ku ew hêvî dike ku prosesa vegera penaberên Sûrî dê were lêzandin û Şam jî bi misogerkirina mulkê hemwelatîyan û garantîên ser xizmeta leşkerî, ew peyvajo hêsantir bike.

Rêxistinên alîkarî û xêrxwazî ku alîkarîya penaberan dikin, xemên xwe dîyar dikin ku hindakirina mulkên wan û leşkerîya mecburî rê li ber vegera penaberên Sûrî digire.

Lubnan mêvandarîya pirtir jî mîlyonekê penaberên Sûrî dike û hikûmeta wî welatî hêvî dike ku pirtir Sûrî vegerin malên xwe.

XS
SM
MD
LG