Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Le Drian: Ku Operasyonek li Îdlibê Çêbe, Cîhadî Dê Werin Ewrupa


Wezîrê Derve yê Fransa Jean Yves Le Drian dîyar kir ku operasyona dijî Îdlibê dê bo ewlekarîya Ewrupa metirsîyê çeke.

Wî bang li rejîma Sûrîyê û Rûsya kir ku rîskên wusa bi awayekî rast binirxînin.

Le Drian di kanala BFM TV de got ku li Îdlibê bi deh hezaran cîhadî hene û ger dijî wê herêmê operasyon pêk were, cîhadî wê berê xwe bidin Ewrupa.

“Li wê herêmê 10-15 hezar cîhadî, ku piranîya wan endamên El Qaydê ne, hene. Di nav wan de terorîstên Fransî jî hene. Ew cîhadî bo ewlekarîya me metirsîyê çêdikin.’’

Le Drian bi bîr xist ku di sala 2016’an de dema hêzên rejîmê Heleb bi dest xistibûn, “drameke mezin” pêk hatiye.

Wî dîyar kir ku li Îdlibê sê milyon sivîl dijîn û ger operasyon pêk were ewê kêşeya mirovî ya herî mezin ya vê sedsalê çêbe.

Wezîrê Fransî da zanîn ku ger hikûmeta Sûrîyê li Îdlibê çekên kîmyayî bi kar bîne ewê ‘’bêguman’’ bersîvê bidin.

Le Drian îdia kir ku hin hêzên Rûsya bo êrîşa kîmyayî ‘’hazirîya psîkolojîk’’ dikin.

Rûsya, hefteya borî dabû zanîn ku serhildayên li Îdlibê, bo piştgirîya welatên rojava bistînin, dê ‘’êrîşeke kîmyayî ya sexte’’ pêk bînin û bi wê rejîmê tawanbar bikin.

Di meha Nîsanê de, Amerîka, Brîtanya û Fransa ser êrîşa kîmyayî ya li Duma, enîyên rejîma Sûrîyê bombebaran kiribûn.

XS
SM
MD
LG