Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian îro Înê got ku ew hîn jî nizane piştî biryara Serokê Amerîka Donald Trump ya vekişîna ji Sûrîyê, sîyaseta Washingtonê ya derheqa bakurê rojhilata Sûrîyê çi ye.
Le Drian got ku biryara vekişînê xizmeta berjewendîya Îranê dike ku Washington dixwaze giwaştina ser wî welatî zêde bike.
“Tiştê ku ez fem nakim ew e ku çawa Amerîka dikare hember Îranê dijwar be, ger ji qada Sûrîyê derkeve ku ew kiryar ji Îranê di berjwendîya Îranê de ye. Ez metmayî bûme.”
Fransa di koalîsyona navnetewî ya dijî DAIŞ’ê de, yek jî hevalbendên herî girîng ya Amerîka ye û firokên wê yên ceng êrîşên esmanî yên dijî DAIŞ’ê pêk tînin.