Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

18 Tankên Leopard 2 yên Almanya Giheştin Ukrayna


18 tankên şer yên Leopard 2, ku Almanya soz dabû ku bide Ukrayna, giheştîn destê hêzên Ukraynî.

Kovara nûçeyan ya Spiegel ragihand ku wê giheştîna tankan ji jêderên ewlekarîyê piştrast kiriye.

Kîevê ji Rojava xwestibû ku bo şerê dijî Rûsya tankan bidin hêzên Ukraynî û Almanya di serê salê de bi welatên Rojavayî re li hev kiribû ku tankan bide.

Ukrayna piştgirîya tankan bo têkbirina Rûsya girîng dibîne, lê Moskow vê piştgirîyê wek provokasyoneke xeter dihesibîne.

Almanya xêncî tankan, 40 otomobîlên şer yên Marder û 2 wesayîtên din yên zirxî dane Ukrayna.

Artêşa Almanya ekîbên tankan û maşîneyên din li Muenster û Bergen yê li bakurê Almanya perwerdekirin.

Xêncî tankan, sê takên Leopard yên Portekîzê jî gihîştine Ukrayna.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG