Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

8 Penaber li Nêzîkî Girava Lesbos Hinda Bûn


Penaberekî Sûrî ku giheştoye girava Lesbos

Ajansa AFP ji zarê karbidestên Yunanî radigihîne ku 8 penaber îro Pêncşemê li nêzîkî girava Lesbos hinda bûn, piştî ku belema wan li keştîyeke hawarçûnê ya Yunanî qelibî.

Di bûyerê de herwiha 31 kesên din, ku nasnameya wan nehat ragihandin, hatin rizgar kirin.

Karbidestên Yunanî dîyar kir ku gemîyên hawarçûnê yên Yunanî û Portekîzî û helîkopterên ajansa parastina tixuban ya Yekîtîya Ewrupa hewlên xwe didomînin ku kesên hinda bibînin.

Her roj bi sedan penaber ji Tirkîyê rê dikevin û hewil didin ku xwe ji ser Derya Ege bigehînin Ewrupa û hinek ji wan jiber xeterîyên heyî jîyana xwe ji dest didin.

Roja Çarşemê jî jineke genc ligel keçeke genc û pitik (bîbîk)ek di binavbûna beleman xwe de li nêzîkî Lesbos qeniqîbûn.

Rêxistina Navnetewî ya Koçberî (IOM) dibêje, pirtir jî 590,000 penaber jiber alozî û xizanî ji Rojhilata Navîn û Afrîqayê revîne û ser bi Derya Spî ve, xwe gîhandin welatên Ewrupî.

IOM dabû zanîn ku pirtir jî 3,000 penaberên ku li hêvîya jîyaneke baştir bûn, jiber binavbûna keştîyên ne ewle û pir dagirtî yên qaçaxcîyan, jîyana xwe hinda kirine.

XS
SM
MD
LG