Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: 11000 Leşkerên Amerîkî li Afganistanê Hene


Wezareta Berevanî ya Amerîka ragihand ku hejmara leşkerên Amerîkî li Afganistanê ji ya hatî eşkerekirin pirtir e.

Pentagonê da zanîn ku li Afganistanê ne 8400, lê 11000 leşkerên Amerîkî hene.

Wezaratê dîyar kir ku bi rêbaza nû ya jimartina leşkeran, hejmara leşkerên li Îraq û Sûrîyê jî hatiye kontrol kirin.

Korgeneral Kenneth F. McKenzie, li Washingtonê bi daxuyanîyekê da zanîn ku hejmara leşkerên li Amerîka nehatiye zêde kirin, lê rêbaza jimartina leşkeran guherîye.

McKenzie got ku êdî leşkerên ku li Afganistanê bo demeke kin tên erkdar kirin jî, têne jimartin.

Berdevkê Pentagonê Dana White da zanîn ku Wezîrê Berevanî Jim Mattis dixwaze ku ew eşkere bin û jiber vê jî hejmara rast ya leşkerên li Afganistanê hatiye gotin.

White bi berdewamî dîyar kir ewê hin hûrgilî û erkdarkirinên nû, ji bîragiştî re neyên eşkere kirin û tenê di rûniştinên girtî de ji Kongresê re werin gotin.

Artêşa Amerîka, 16 sal in li Afganistanê dijî Talîbanê têkoşînê dike.

XS
SM
MD
LG