Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerekî Tirk li Bîngolê Hate Kuştin


Li gor medyaya Tirkîyê, serhildayên berguman yên Kurd êrîşa karwanekê artêşê kir.

Di wê êrîşê de, ku li parêzgeha Bîngolê hate kirin, leşkerek hate kuştin û bi dehan kesên din birîndar bûn.

Fermandar Hakan Guvencer roja Sêşemê gote Ajansa Anadolu ya ser bi dewletê got ku ew êrîş bi bombeyan yan bi rokêtan hatîye kirin.

Herwiha NTV ragihand ku di wê êrîşê de bi kêmî ve leşkerek hate kuştin û 48 leşkerên din birîndar bûn.

Her li Bîngolê, bi sedema teqînekê heşt polîs roja Yekşemê hatin kuştin.
XS
SM
MD
LG