Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xizmeta Leşkerî li Letonya Jinûve Dibe Mecbûrî


Wezîrên Berevanî û Siyasetvanên Litwanya-Estonya-Lativya Û Amerîka
Wezîrên Berevanî û Siyasetvanên Litwanya-Estonya-Lativya Û Amerîka

Wezîrê Berevanîyê yê Letonya (Latviya) Artis Pabriks îro Çarşemê dîyar kir ku wê xizmeta leşkerî ya mecbûrî bo mêrên di navbera 18 û 27 salî de jinûve bidin destpêkirin.

Artis Pabriks ragihand ku hikûmeta Letonya ev biryar wek tedbîr û bersîvekî êrîşa Rûsya ya ser Ukrayna wergirtiye.

Wezîr Pabriks da zanîn ku ew çaverê dike ku qanûna nû di destpêka sala were de bi bandor be, piştî pejirandina ji alîyê parlemantoya Letonya di payîzê de.

Letonya, welatekî piçûk ya ser Derya Baltîkê ye, nifûsa wê 2 mîlyon e û nêzî 7 hezar hêzên wê yên leşkerî hene.

Wek Ukrayna, Letonya jî demekê beşek ji Împaratorîya Rûsî û Yekîtîya Sovyetê bû.

XS
SM
MD
LG