Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên Baltîk 10 Dîplomatên Rûsî Dersînor Dikin

Wezîrê Derve yê Letonya Edgars Rinkevics
Wezîrê Derve yê Letonya Edgars Rinkevics

Wezaretên derve yên her sê welatên Baltîk îro Înîyê ragihandin ku Letonya, Estonya û Lîtvanya bi giştî 10 dîplomatên Rûsî dersînor kirine.

Lîtvanya çar, Letonya sê û Estonya jî sê dîplomatên Rûsî dersînor kirin.

Wezîrê Derve yê Letonya Edgars Rinkevics bi tweetekî dîyar kir ku dersînorkirina dîplomatên Rûsî bi biryara hevpar ya sê welatan hatiye girtin.

Rinkevics da zanîn ku dîplomat jiber kiryarên dijî statuya wan ya dîplomatîk û jiber êrîşên Rûsya li Ukraynayê hatine dersînor kirin.

Wezareta derve ya Estonya jî biryara dersînorkirina dîplomatên Rûsî bi daxuyanîyeke ragihand.

"Wan bi awayekî rasterast û çalak zarar didan ewlekarîya Estonya û bo rewakirina êrîşa leşkerî ya Rûsya propaganda dikirin," wezaretê got.

Lîtvanya jî dîyar kir ku wê dersînorkirin bo piştvanîya bi Ukrayna re kiriye.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsya Maria Zakharova ser biryara welatên Baltîk bertek nîşan da.

"Tevahîya dersînorkirina dîplomatên Rûsî yên bêbingehin û wê bersîveke xurt were dayîn," Zakharova got.

XS
SM
MD
LG