Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ursula Von der Leyen: Kompanîyeke Almanya Dikare Heta Payîzê Dermanê Vîrusa Korona Bibîne


Seroka Komîsyona Ewupa Ursula Von der Leyen dîyar kir ku kompanîyeke dermanan ya Almanya dikare heta payîzê perpûna vîrusa korona çêke.

Ursula Von der Leyen da zanîn ku xebatên kompanîya CureVac, ku ji Yekîtîya Ewrupa (YE) 80 mîlyon euro alîkarî sitandîye, geşbînîyê çêdikin.

Hin pisporên saxlemîyê dibêjin ku derzîyên vîrusa korona wê ji salekê heta 18 mehan çêbin, lê Xanim Von der Leyen got ku CureVac dibe ku hîn zûtir dermanê wê vîrusê bibîne.

Medya navneteweyî ragihandibû ku Serokê Amerîka Donald Trump hewil dide kompanîya CureVac bikire, lê berpirsên wê gotibûn ku ew nûçe derew in.

Wezareta Berevanî ya Amerîka jî dîyar kiribû ku berovajî daxuyanîyên kompanîyên taybet, perpûna vîrusa korona wê ji salekê heta 18 mehan were çêkirin.

XS
SM
MD
LG