Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Von der Leyen: Divê Ewrupa ji Îtalya Lêborîneke ji Dil Bixwaze


Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen dîyar kir ku divê Ewrupa ji Îtalya ‘’lêborîneke ji dil’’ bixwaze.

Von der Leyen li Parlamana Ewrupa da zanîn ku Îtalya di rojên pêş yên vîrusa korona de alîkarî xwestiye, lê pir kesan destê xwe dirêjî wê nekiriye.

‘’Bo em vê şewbê têk bibin divê em berî her tiştî samîmî bin. Duristbûna sîyasî jî di nav vê de ye’’ Von der Leyen got.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Îtalya bi qasî 170,000 pêketîyên vîrusa korona hene û 22170 kes bi wê vîrusê jîyana xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG