Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen îro Pêncşemê da zanîn ku ewê dijî Rûsya toleyên nû ragihînin.
Von der Leyen da zanîn ku jiber ku Rûsya, Ukrayna dagir kiriye ew dixwazin bi toleyan bersîvê bidin Moskowê.
Wê dîyar kir ku ew niha ser paketa 9’an ya toleyan dixebitin.
Seroka Ewrupî heta ku Ukrayna dijî Rûsya bi ser dikeve ew dê xebatên dijî Moskowê bidomînin.
Welatên Rojava di şerê Rûsya û Ukrayna de ligel Kîevê ne û tevgerên Rûsya wek dagirkirin dibînin.
Von der Leyen Dibêje Ewê Dijî Rûsya Toleyên Nû Ragihînin
