Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Von der Leyen: YE Dê di 27'ê Berfanbarê de Dest bi Karanîna Vaksîna Vîrusa Korona Bike


Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen ji Twitterê dîyar kir ku kempeyna karanîna vaksîna vîrusa korona dê li welatên Yekîtîya Ewrupa (YE) di 27’ê Berfanbarê destpê bike.

Von der Leyen di daxuyanîyên xwe yên berê de gotibû ku dibe ku kempeyna karanîna vaksînan berî Noelê destpê bike û dîyar kiribû ku welatên li Ewrupa lê yên ne endamên yekîtîyê ne jî dê vaksînê bistînin.

‘’Di sînorên YE de qonaxa pêşî ya kempeyna karanîna vaksîna dê di 27, 28 û 29’ê Berfanbarê de destpê bike. Em hemwelatîyên xwe yên di yekîtîyê de diparêzin. Bi hev re, em xurttir in.’’ Von der Leyen nivîsî.

Wê da zanîn komîsyona wan bo vaksînan berpirsîyeke girîng girtiye ser xwe û dîyar kir ku di sala 2021’an de jî dê kempeyna karanîna vaksîna bi lezgînî bidome.

Sazîya Dermanan ya Ewrupa (EMA) dîyar kiribû ku ewê bo vaksîna vîrusa korona ya Pfizer û BioNTechê di 21’ê Berfanbarê de destûr bidin.

Komîsyona Ewrupa piştî daxuyanîya EMA dabû zanîn ku ew dikarin bo vaksînê di nav du rojan de destûrê bidin.

Şewba vîrusa korona li Ewrupa di Sibata 2020’an de destpê kiribû.

Rûsya jî di nav de, li Ewrupa heta niha 21 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û bi qasî 500 hezar kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG