Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Von der Leyen Dibêje li YE 150 Mîlyon Kesan Vaksîn li Xwe Dane


Seroka Komîsyona Yekîtîya Ewrupa (YE) Ursula von der Leyen ji Twitterê ragihand ku li welatên yekîtîyê 150 mîlyon kesan vaksîn li xwe dane.

Von der Leyen dîyar kir ku wan li seranserê Ewrupa lez daye kempeyna vaksînê.

Wê da zanîn ku 25 ji sedê Ewrupîyan doza yekê ya vaksînê li xwe dane û dîyar kir ku ewê di Tîrmehê de bi qasî ku têra 70 ji sedê giheştîyên Ewrupî bike vaksîn di destê wan de hebin.

Li YE, ku ji 27 welatan pêk tê û nifûsa wê 450 mîlyon e, di rojên pêşî yên 2021’an de kempeyna vaksînê destpê kiribû.

Di ribê pêşî yê sala 2021’an de bi qasî 100 mîlyon doz vaksîn ket destê YE’ê û karbidestên yekîtîyê bo ribê duduyan, 250 mîlyon doz ji BioNTech – Pfizerê, 35 mîlyon doz ji Moderna, 70 mîlyon doz ji AstraZeneca û 55 mîlyon jî ji Johnson & Johnson li benda 410 mîlyon doz vaksîn in.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG