Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Von der Leyen: Li YE Hejmara Kesên Vaksîn li Xwe Dane ji 250 Mîlyonî Borî


Serokê Komîsyona Yekîtîya Ewrupa (YE) Ursula von der Leyen ji medya civakî ragihand ku hejmara vaksînên vîrusa korona yên li yekîtîyê hatine karanîn ji 250 mîlyonî borîye.

Von der Leyen da zanîn ku hejmara kesên her du dozên vaksîna vîrusa korona li xwe dane gihiştiye 80 mîlyonî.

Nifûsa YE bi qasî 450 mîlyon e û karbidestên yekîtîyê dixwazin ku heta Tîrmehê 70 ji sedê gehiştîyan vaksînan li xwe bidin.

Rêvebirîya YE, piştî bo zarokên 12-15 salî jî destûra karanîna vaksîna vîrusa korona ya BioNTech – Pfizer hat dayîn plan dike ku ew jî di mehên payîzê de vaksînan bikar bînin.

Berpirsên YE, heta niha opsîyon jî di nav de bi BioNTech – Pfizerê re bo 2,4 mîlyar vaksînan, bi AstraZeneca re bo 400 mîlyon, bi Sanofi – GSK re bo 300 mîlyon, bi Johnson & Johnson re bo 400 mîlyon, bi CureVac re bo 405 mîlyon, bi Moderna re bo 460 mîlyon vaksîn peyman îmza kirine.

Li YE niha pirtir vaksînên BioNTech – Pfizerê, AstraZeneca, Moderna û Johnson & Johnson têne karanîn.

XS
SM
MD
LG