Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Siyasetvana Filîstînî Leyla Xalid Seredana Leyla Guven Dike


Siyasetvana Filistînî Leyla Xalid seredana Leyla Guven dike
Siyasetvana Filistînî Leyla Xalid seredana Leyla Guven dike

Leyla Xalid piştî ku li Stembolê beşdarê Konferansa Rojhilatanavîn bû, roja duşemê hat Amedê û serdana Leyla Guven kir.

Leyla Guven bû 159 roj ku jibo bidawîkirina tecrîda li ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan di çalakiya birçîbûnê ya bê dem û bê dor da ye.

"Jinên Kurd Leyla Qasim û Leyla Xalidan baş nasdikin, îro jî berxwe didin. Neha du Leyla dest didin hev û hêza xwe mezintir dikin. Bila kes ji me, ji gelê Fîlîstînê nexwaze ku çalakiya xwe bidawî bikin. Yên ku dixwazin em çalakiya xwe bidawî bikin bila bang li rayedaran bikin da ku dawî li zilma xwe bînin" Leyla Guven weha got.

Leyla Xalid jî axivî û got "Rêhevalên me dibêjin bila Leyla Guven hêza xwe wunda neke, bi sedan hevalên me jî, jibo mafê xwe di çalakiya birçîbûnê de ne. Erka min e ku werim te bibînim. Jiber ku em hemî jinên tekoşer in. Jibo tekoşina xwe em dikarin her tişt bikin lê jibo pêşeroja zarokên xwe divê em bijîn. Divê em li ser rêya bimeşin, li ser xeta azadî û serkeftina gelê xwe bimeşin. Dengê te li her derî belav bû."

Leyla Xalid bang li Erdogan û hikumetê jî kir ku jibo dexwaza mafê mirovan rê nedin ku tu kes jiyana xwe wunda bike.

Raporta Xecîcan Farqîn - Amed 15 04 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:09 0:00

XS
SM
MD
LG