Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Evûqatan Peyama Ocalan ji Leyla Guven re Ragihand


Evûqatên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan roja Çarşemê çûn Girava İmraliyê û hevdîtinek pêkanîn. Naveroka hevdîtinê ji raya giştî re nehat ragihandin lê evûqat roja Pêşemê hatin Amedê mala Leyla Guven û peyama Ocalan ji Leyla Guven re ragihandin.

Leyla Guven li ser twittera xwe peyamek belav kir:

"Evuqat peyamên birêz Ocalan jibo min ragihandin. Neha di nav hewildanê de ne ku peyama wî jibo girtiyên di çalakiyê de ne jî ragihînin. Di demek nêz de emê jî hizrên xwe ji raya girtî re parvebikin."

Wezîrê Edaletê yê Tirkiyê Abdulhamît Gul jî di bernameyek de li ser hevdîtinên evûqatan bi Ocalan re got :

"Tu eleqa hevdîtinên Ocalan bi evûqatan re bi pêvajoya çareseriyê nîne. Ev ne nrîxanidenek dirûst e. Eleqeya hevditinên İmraliyê bi hilbijartinên Stembolê ve jî nîne. Bi biryara dadgehê qedexa li se rhevditian bi evûqatan re rabû. Ev hevdîtin di vê çarçovê de tê kirin."

Hêvî heye ku peyama ocalan jibo dawîkirina çalakiyên birçîmayinê û rojiyên mriinê be.

- Hêjayî bîrxistinê ye ku Leyla Guven jibo tecrîda li ser Ocalan rabe di 7ê Mijdara 2018'an de dest bi çalakiya birçîmayinê ya bê dem û bê dor kir.

- Piştî wê Selma İrmak, Sebahat Tuncel jî di nav de nêzî 300 girtî di meha yekê de dest bi heman çalakiyê kirin. Çalakî li Hewlêr û li Strasbûrgê jî didome.

Di 1ê adarê de bi hezaran girtî li girtîgehan dest bi heman çalakiyê kirin. Di meha adarê de heft girtî jibo tecrîdê protesto bikin dawî li jiayan xwe anîn.

Di 30'e Nîsanê de 30 girtiyên PKKê dest bi rojiya mirinê kirin. Di 2ê Gulanê de evuqatên Ocalan piştî 7,5 çûn hevdîtina wî.

Çaverêye ku hem evûqatên Ocalan hem jî ji girtîgehan li ser dawîkriina çalakiyan daxuyaniyek were belavkirin.

Raporta Deng
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:46 0:00

XS
SM
MD
LG