Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qîza Leyla Guvenê Hişyarî Dide ku Rewşa Dîya Wê Xirabtir Dibe


Keça Leyla Guven Temîzkan: Tendirustîya Dîya Xirabtir Dibe

Parlamantera HDPê ya Colemêrgê Leyla Guven, jiber darizandina nedadmendî, di 7ê Mijdarê de dest bi greva xwebirçîkirinê kiribû. Piştî demekê, parlamanterên HDPê jî piştgirî dabûn çalakîya Guvenê.

Greva birçîhiştinê 40 roj zêdetir e berdawam dike û tendirustîya Guvenê ber bi xeterî ve diçe.

Serêşî, belavbûna balê, bêtaqetî, bêxewî û her wekî din kêşeyên din yên saxlemî destpê kirine.

Qîza Guvenê, Sabîha Temîzkan derheqa tendirustîya dîya xwe dibêje ku rewşa wê krîtîk e.

“Di mêjîya dîya min de ‘hîpofîz adenomu’ heye û nêzîkî çavê wê ye. Pêwîst e ku dermanên xwe bigire. Ger dermanên xwe nexwe, rîska korbûnê heye. Ew nikane vîtamîn B1 bigire. Me ji doktorê girtingehê re dîyar kir, lê derman hîn negiheştiye destê wê.”

Sabîha dide zanîn ku dayika wê tenê şileyên xwêyî û şîrîn vedixwe û jiber grevê bedana wê gelek lawaz ketiye.

Tevî ku greva xwebirçîkirinê giheştiye asteke krîtîk, hikûmetê heta niha gavek navêtiye.

Di nav partîyên sîyasî de tenê HDP’ê piştgirî da çalakîya Guvenê û jimareke endamên wê hatine binçav kirin û girtin. Niha çalakîyên piştgirîyê li jimareke girtîgehan jî destpê kirine ku bal bikşînin ser rewşa û daxwazên wê.

XS
SM
MD
LG