Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamantera Kurd Leyla Guven ji Alîyê Dadgehê Hat Berdan


Leyla Guven
Leyla Guven

Parlamantera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, ji alîyê Dadgeha Cezaya Giran ya Amedê de, di rûniştina pêncan de hat berdan.

Malbat û parêzerên Guvenê îro beşdarî rûniştina dozê nebûn. Guven jî jiber ku di çalakîya birçîmayinê ya di roja 79'an de ye û jiber sedemên saxlemî nehat dadgehê.

Guven di dema operasyona Şaxa Zeytûnê ya bi ser bajarê Efrînê de, li dijî şer peyaman belav kiribûn û daxuyanî dabûn.

Dozgerîya Amedê jî bi hecêta ku Guven bi peyamên xwe di nav gel de tovên neyartî direşîne, derheqa wê de lêpirsîn dabû destpê kirin, lê Guven jiber doza KCD’ê hatibû girtin.

Sîyasetvana Kurd dema li girtîgehê bû, di 24’ê Heziranê de wek parlamanter hatibû hilbijartin ku nûnertîya Colemêrgê bike.

Wê di 7’ê Mijdarê de bo protestokirina bêhiquqîya dijî xwe û bo daxwaza bidawîkirina tecrîda ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dest bi çalakîya birçîmayînê ya bê dawî kiribû.

KHF_01_25_2019_Leyla_Guven
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:23 0:00

XS
SM
MD
LG