Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Dadgehek li Amedê 22 Sal û 3 Meh Cezayê zindanê li Leyla Guven Birî


Leyla Guven

Dadgeha Cezaya Giran ya 9’an li Amedê, bi îdiaya 'rêvebirîya rêxistina terorî' 22 sal û 3 meh cezayê zindanê li hevseroka KCD’ê Leyla Guven birî.

Parêzerê Guvenê, Serdar Çelebî da zanîn ku dadgehê di heman biryarê de biryara girtinê jî da.

Ev demekî dirêj e ku ser navê KCD’ê operasyon didomin û gelek siyasetvanên Kurd jiber ku endamên KCD’ê ne, bi îdiaya 'endamtîya rêxistina terorê' tên ceza kirin.

Herî dawî li Amedê dadgehekê 6 sal cezayê zindanê li rojnamevan Ayşegul Dogan birîbû.

Endamê Rûmetê yê Yekîtîya Doktorên Tirkîyê Şeyhmus Gokalp jî ji doza KCD’ê hatibû girtin û berê jî bajarvanê Amedê Selçuk Mizrakli jî ji heman dozê hatibûn ceza kirin.

Hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Yuksekdag jî ji heman dozê tên darizandin.

KCD, ku hevserokê wê Leyla Guven û Berdan Ozturk in, di sala 2007’an de li Amedê hatibû damezrandin û di Hezîrana 2020’an de di operasyonek de derîyê wê hatibû mor kirin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku derheqa Leyla Guvenê de 18 lêpirsînên cuda hene. Ew di 2108’an de di dema operaysona Efrînê de jiber daxuyanîya ku banga aştiyê kiribû hatibû girtin.

Guven li girtîgehê jibo protestokirina tecrîda ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîmanê kiribû û piştî heft mehan di Gulana 2018’an de bi banga Ocalan çalakîya xwe bi dawî kiribû.

Guven dema li zindanê bû ji Colemêrgê bûbû parlamanter, lê di Îlona 2019’an de jiber doza KCK’ê parlamanterîya wê hatibû betal kirin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00

XS
SM
MD
LG