Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Roja 100'an ya Greva Birçîmayînê de Rewşa Leyla Guven Giheştiye Asta Krîtîk


Parlamantera HDP’ê Leyla Guven 100 roj in di greva birçîmayînê de ye. Êdî rewşa saxlemîya wê ber bi xeterî ve diçe û ew bi roja Çarçemê bi lez û bezî ji nexweşxanê re hat rakirin.

Tevî rewşa krîtîk, bêdengbûna dewletê berdewam dike û rêxistinên sîvîl jî wê helwesta dewletê rexne dikin.

Jibo mafên mirovan û bo zindîhêştina Guvenê, endamên Platforma Jinan li Enqerê hatin ba hev û bi daxuyanîyekê hişyarî dan bîragiştî.

Berdevika Platforma Jinan Nur Aytemur bal kişand ser tendirustîya Guvenê û got ku jîyana wê di merheleyeke krîktîk de ye û desthilata sîyasî hîn jî bêdeng e.

Aytemur bang li bîragiştî kir ku dengê xwe li hember rewşa heyî bilind bikin.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî li gelek platforman hember bêdengmayîna hikûmetê bertek nîşan dide.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan li koma parlamanê ya partîya xwe got ku ewê nehêlin ku Guven jîyana xwe ji dest bide.

Serokê Komela Mafên Mirovan (IHD) Ozturk Turkdogan jî piştî serdana Guvenê hişyarî da bîragiştî ku saxlemîya wê asteke xeter de ye.

“Xirabtirbûna tendirustîya Leyla Guvenê jî binpêkirina mafê mirovan e. Ew nikare ser pîya bisekine û pir gelek kîlo hinda kiriye.”

ED_02_14_2019_Leyla_Guven
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:06 0:00

XS
SM
MD
LG