Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leyla Xan: Parastina Resenîya Sitranên Kurdî Erka Hemî Hunermendan E


Sitrana Kurdî li ser xaka Kurdî û di nav civata Kurdî de hatiye afirandin û çêkirin, lê belê ji ber rewşa Kurdan ya sîyasî muzîk û sitrana Kurdî di gelek deman de dihat qedexekirin û belav nedibû, lê bel jimarek mezin ji hunermendên Kurd karîbûn li dîyaspora sitranek Kurdî resen biafirînin û belav bikin û ji ber wê yekê ji dîyaspora bû hêlenk aram ji sitran û muzîka Kurdî re.

Hunermend Leyla Xan yek ji wan hunermendên Kurd e ku li Almanîya kedek baş da bo belavkirina sitrana Kurdî û parastina wê ji bijaftinê.

Leyla ji 5 salîya xwe ve li Almanîya dijî û di nav malbatek hezkiriye hunerê de mezin bû. Ji ber nêzîkbûna bav û daykê wê bi hunermendên Kurdan re, bandorek pir mezin li Leyla bû û ji temenekî biçûk dest bi sitranbêjîyê kir û derket ser dikên newroz û şahîyên Kurdan li Almanîya.

Bandora hunermendê Kurd yê naskirî Şivan Perwer pir lê bûye û ta roja îro jî gelek ji sitranên wî bi awayekî nû û li gorî xwe vejîn dike.

Di demekê de Leyla ji xebat û çalakîyên hunerî ve dûr ket û nema beşdar bû. lê belê bi biryarek geşbînî ew dîsanê vegerîya û dest bi sitranan kiriye û çend kilîp çêkir û belav kir.

Ji ber rewşa vîrûsa korona beşek ji xebatên wê hatin rawestandin, lê ew berdewam dike ku karibe albûm û kilîpên xwe yên nû amade bike û bide pêş guhdar û hezkiriyê sutrana Kurdî ya resen.

Deng u Reng- Leyla Xan-12-.27-2021-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:58 0:00


XS
SM
MD
LG