Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lezgin Botan Behsa Êrîşa Dijî Hikûmeta Sûriyê Dike


Lezgin Botan
Lezgin Botan

Amerîka, Brîtanya û Fransa şeva borî operasyoneke esmanî pêk anî li ser hin deverên Surî piştî îddiayên ku rejimê çekên kimyewî li ser xelqê sivil li Dumayê bikar anîye.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û êrîşê weke bertekeke di cih de binav kir.

Parlamenterê HDPê yê Wanê Lezgîn Botan êrîşa li ser Sûriyê û encamên wê ji bo Dengê Amerîka şîrove kirin.

Wî got taybet piştî pêşketinên li îdlib, Gota, civina Astana, şerê Efrînê dîmena ku derket holê, wekî ku Amerîka hevgirên navnetewî ne aktorên sereke bin.

"Lê gaybet piştî rê vekirin û dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê, derket holê ku Rusya bo berjewendiyên xwe yên siyasî û leşkerî li wir e.

Parlamenter Lezgin Botan got armanc ne êrîşa kimyewî bû, armanca esasî peyam jibo Rusya û hevalbendên wê bûn.

"Dixwazin bêjin hun bêyî me nikarin hespê xwe li rojhilata navî bibezînin."

Parlamenterê HDPê îddia kir bi vê êrîşê prestija leşkerî û siyasî ya Rusyayê hat şikestin.

Parlamenterê HDPê daxuyakirin bi vê êrîşê pêvajoya Astana jî hilweşiya.

Herwiha îdia kir siyaseta navxwe ya Tirkiyê de projeya Avrasyaciyan têk çû ku ev hêz dixwazin Tirkiye ji Natoyê veqete û nêzî Rusyayê bibe.

Kurd di şerê Surî de li aliyê rast, digel hêzên hevpeyman sekinîn. Aliyê ku kurd lê sekinî wê bandoreke qenc li ser pirsgirêk û çarenûsa Rojava jî bike."

Hun dikarin agahihiyênz êdetir li ser fayla deng gohdar bikin

Raporta Xecîcan Farqîn 14_04_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:56 0:00

XS
SM
MD
LG