Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Arat: Li Tirkîye Kuştina Endamên Civaka LGBTÎ Polîtîk E


Li Tirkîye kuştina endamên civaka LGBTÎ (Lezbîyen. Gey, Bîseksuel, Transgendir û Înterseks) di salên dawî de zêde bûye.

Di demeke nêz de li taxa Beyoglu ya giredayî Stenbolê, karkera seksê ya trans Esra Ateş hat kuştin. Kujer di îfadeya xwe de got, "Min nezanî ka ew jin e yan jî mêr e. Paşê min dît ku ew mêr e.”

Disa li bajarê Bursa, kesa trans ya bi navê Begûm di 9’ê Tebaxê de hinda bû. Piştî deh rojan termê Begûm li otelekê hat dîtin. Li gor hevalên wê, Begûm pêşî rastî lêdanê hatiye û paşê jî hatiye kuştin.

Li Tirkîyê piştî kuştina endamên civaka LGBTÎ, dîtina kujeran herdem ne hêsan e. Kujerên Hande Kader, ku berî du salan li Stenbolê hatibû kuştin, heta niha nehatîne ditin.

Li gor rapora salane ya Projeya Çavdêrîya Kuştinên Transan, li tevahîya cîhanê di navbera 2008’an heta Îlona 2017’an 325 kesên trans hatine kuştin û ji van % 62 karmendên seksa mecburî ne.

Tirkîyê di kuştinên endamên civaka LGBTÎ de, li Ewrupa di rêza yekê de cih digire.

Kivilcim Arat
Kivilcim Arat

Rêvebira Komala LGBTÎ ya Stenbolê Kivilcim Arat bawer dike ku sedema serekî ya zêdebûna kuştinên endamên wan polîtîk e.

“Jiber çî polîtîk e? Bi sedan jinên trans tên kuştin. Dema jineke trans tê kuştin, polîsên ku diçin cîhê bûyerê girîngîyê nadin komkirina delîlan. Bi salan e îfadeyên kujeran wek hev in. Ev yek nîşan dide ku li qerekolan ev kujêr tên parastin.”

Arat dibêje dema ew li dadgehan û darizandina kujeran dinêrin, kujer li dadgehan jî tên parastin.

“Daxuyanîyên hikûmetê yên dijî endamên civaka LGBTÎ, polîtîkaya sucên li hember transan, nedayîna cezayan, prensîba wekhevîyê ya dadgeha qanûna bingehîn binpê dike.”

Arat bal dikşine ku di nava civakê de zimanê gef û tundîyê pêş ketiye û ew jî dibe sedemeke din ya kuştîna endamên civaka LGBTÎ.

MEB_09_12_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:35 0:00

XS
SM
MD
LG