Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guven û Farisogullari, Piştî Betalkirina Parlamanterîyê Hatin Girtin


Selçuk Mizrakli, Leyla Guven, Musa Farisogullari û Kemal Pekoz

Guven û Farisoglu Piştî Betalkirina Parlamanteriyê Hatin Girtin

Civata Giştî ya parlamana Tirkîyê roja Pêncşemê, bi daxwaza pêşnîyarnameya serokomarîyê mafê parlamanterîya parlamanterên HDP’ê Leyla Guven û Musa Farisogullari û yê CHP’ê Enîs Berberoglu betal kir.

Piştî biryarê, her sê parlamanter hatin girtin û Farisogullari, hejmara parlamanterên HDP’ê daket 58an.

Biryara betalkirina parlamanterîya Guven û Farisogullari, jiber cezayê ji Doza KCK’ê ye.

Dadgeha Bilind ya Tirkîyê di Îlona 2019’an de cezayên ji doza KCK’ê yên Guven, Farisogullari û parlamanterên din Pero Dundar, Tayyîp Temel erê kiribû.

HDP dibêje ku ev ceza bi destê dadgerên ku niha ji rêxistina FETO girtî ne, hatine dayîn.

Parlamanterê HDPê yê Amedê Îmam Taşçioglu dibêje ku ev biryareke sîyasî ye.

"Tirkîye bi betalkirina parlamanterîya her sê sîyasetvanan, qanûn û hiqûqa xwe binpê bike. Jiber ku di vê biryarê de hiqûq tuneye, dibe ku biryara betalkirina hin parlamanterên din jî were rojevê"

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:03 0:00


XS
SM
MD
LG