Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ameda Kevin Dewlemendîya Çandî


Li Ameda Kevin Dewlemendîya Çandî

Li Dîyarbekirê pêşengehek vebû bi navê “ Li Ameda Kevin Dewlemendîya Çandî.”

Pêşengeh ji 200 wêneyên kevn yên Dîyarbekirê pêk tê ku mirov bi rêya van fotografan

dikare di derbarê avahîsazî û jîyana rojane ya wan dema bibe xwedîyê zanyarîyan.

Nivîskarê Ermenî Migirdîç Margosyan di derbarê pêşengehêda got " A rastî ez pir kêfxweş nîn im,

jiber dema ku ez li van fotografan temaşe dikim dibînim ku me gelek tiştên mezin û birûmet wunda kirine."

Şaredarê Dîyarbekirê Osman Baydemîr balê da ser bûyerên dîrokî û destnîşan kir ku ji mirov ji bûyerên

dîrokî yên weke Tehcîra Ermnîyan heta Serhildana Şêx Seîd û ya Dersîmê ; heta derbeya 12’ê îlonê

şîretan dernexe, li Tirkîyê civaka sivîl bipêş nakeve.

Osman Baydemîr pêşketinên roja me bi bûyerên dîrokî ve girêda û got “tundîyên roja me bingeha xwe,

ji çavgirtina rastîyên dîrokî distîne.” Pêşengeh heta 7’ê Sebatê li Hola Hunerê ya Sumerparkê dê dewam bike.

Jibo guhdarî kirina raporta Xecîcan Farqîn, peyamnêra Dengê Amerîka li Amedê lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê perê kilik bike.

XS
SM
MD
LG