Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Başûra Pakîstan Bajaroka Shadadkot Tê Vala Kirin

Bi dehan hezaran Pakîstanî berdewam ji lehîya deverên başûra eyaleta Sindh direvin, ku Çemê Indus gefê li bajaroka Shadadkot ya valakirî dike.

Karbidestekî xwecihî dibêje, hewilên wan berdewam in, jibo ava kirina dîwareke li ber avên lehîyê.

Jiber baranên boş yên Pakîstanê, 6 mîlyon kes bê war û xanî man û nêzîkî 1500 kes jî jîyana xwe hinda kir. Karbidest dibêjin, 20 mîlyon kes jî lehî û avrabûnê zîyane dîtine.

Di heman demê de hikûmeta Pakîstanê dibe armanca gilî û gazinca hemwelatîyên xwe, jiber bizavên hawarçûnê yên hêdî û lawaz.

Pakîstan, li ber e di kombûna vê heftê ya li Washingtonê de, ji sindoqa Diravî ya Navnetewî (IMF) 10 mîlyar dolar deyn bixwaze, jiber rewşa giran ya aborîyê piştî lehîya malweran.

Wezîrê Derve yê Pakîstan Şah Mahmud Qureşî roja Yekşemê got, welatî wî heta niha zêdeyî 800 mîlyon dolar alîkarî wergirtîye ku piranîya wê ji Amerîka, Erebîstana Suudî û Brîtanya hatiye.

Sekreterê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon jî dibêje, Pakîstan dê bi salan hewceyî alîkarîyê be.

Rexistina Xwarina Cîhanî (WHO) jî hişyarî dide û dibêje, metirsîya belavbûna nexweşîyên li devera malweranîyê heye, ku bi rêya avê û ji mirovan derbazî mirovên din dibin.

Rexistina Xwarina Cîhanî, her wiha bang li endamên Neteweyên Yekbûyî kir ku soza xwe ya 200 mîlyar alîkarîyê bicîh bînin. Rexistin da zanîn, dermanên ku rê li ber nexweşîyan digirin, tenê bi gotin û sozan nayên kirîn.

This item is part of
XS
SM
MD
LG