Karbidestên Burmayî dibêjin bi kêmî ve 9 kes hatin kuştin, piştî sê bombe li rêûrismên Sala Nû li bajarê Rangoon peqîn.
Televîzyona dewletê ragihand ku heşt kes hatin kuştin. Her wiha hate ragihandin ku 94 kes di peqînan de birîndar bûne, ku li festîvala salane ya avê li nêzîkî Gola Kandawgyî çêbû.
Heta niha eşkere nebûye, kî jibo van peqînan berpirs e.
Li van salên dawiyê, Burma bûye armanca çend peqînan. Cûntaya Burmayî grûbên dijî hikûmetê û serhildayên ku bizava otonomîyê dikin, beramber van êrişan tawanbar dike.
Peqînên îro çêbûn li demeke wisa tên, ku Burma xwe jibo hilbijartinên îsal amade dike. Lê, rexnegir dibêjin, cuntaya leşkerî hevrikên xwe li dervayê hilbijartinan hêşt ku li ser desthilate bimîne.
Cîgirê Wezîrê Derve jibo kar û barên Rojhilata Asya Kurt Campbell roja Çarşemê got, Amerîka xembar e li hember tunebûna guherînan ji alîyê Burma ve, berî hilbijartinan.