Li Diyarbekirê êrîşa li hemberê Ahmet Turk û salvegera pêlên girtinên siyasetmedarên DTP û BDP bi tevlîbuna bi hezaran kesî ve bi meşekî hat protesto kirin. Meşa ku ji ber avahiya Partiya Aşitî û Demokrasiyê BDP hat dest pê kirin dewam kir heta parqa Koşuyoliyê. Piştî meşê Serokê BDP ya bajarê Diyarbekirê Cafer Kan, Hevserokê BDP Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka Kongerya Civaka Demokrat KCD Yuksel Genç, axaftineke kirin.
Hevserokê BDP Selahattîn Demîrtaş jî di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku salekî berê disa li heman qadê û di heman rojê de girtina hevalên xwe protesto kiribun Demirtaş diyar kir hejmara ku bi 53 kesî dest pê kir, di nav salekî de gihîştiye 1500 kesî. Hevserokê BDP destnîşan kir ku piştî hilbijartinan ew li hêvîyê bun ku muatab werine girtin lê li hemberê vê hêviyê ew weke partî rastê operasyoneke derxistinê hatine. Selahattîn Demîrtaş got “ev hevalên me hê carekî jî dernexistine dadgehê, ewuqatên wan hê nizanin ku ew bi çi sucan tên tawanbarkirin. Ne tenê 1500, hun 15 milyon Kurd tevekî bavên zinadan jî hun nikarin serê me bidine tewandin.
Hevserokê BDP got ku ji bo qedandina Partiya Dad û Pêşvebirinê AKP ji vê heremê ewê bikevine tekoşineke herdemî û got emê têbikoşî ta ku hevalên me ji zîndanan werine derxistin.
Selahattîn Demîrtaş di dewamiya axaftina xwe de li ser êrîşa li hemberê Ahmet Turk sekîn û got “ev êrîşeke hovane ye” Hevserokê BDP weha dewam kir “ pirsgirêkên me bi xelkê Samsûn an bi gelê Tirk re tunene, ê me derdê me bi nîjadperestî û bi faşîzmê re heye. Ev gel rastê zilm û faşîzmeke pîr giran hat. Êdî bese, ev terora ku hun dimeşînin, sebir l ime nehiştiye. Selahattîn Demîrtaş AKP weke berpirsê faşizmê bin av kir.
Parlamneterê Diyarbekirê û hevserokê BDP Selahattîn Demîrtaş, li ser buyerên li Geverê ku di dema protestoya li hemberê êrîşa Ahmet Turk de derketibun jî sekinî û got “xwîna ku ji pozê Ahmet Turk hat rijandin û ya ku li Geverê ji pozê zarokê 13 salî de hat rijandin wek hev e. Her du jî xwîna Kurda e. Em nikarin ew wazîfedarên fermî ên ku neyartiya Kurdan dikin, li ser pişta xwe bikşînin, divê derhal van faşistan ji kar biqewirînin. Hêjayê gotinê ye ku di dema protestoyên li hemberê êrişa Ahmet Turk de, li navçeya Çolemêrgê Geverê/ Yuksekovayê zaroke 14 salî ê bi navê Hatîp Kurtu û dayika wî , ji aliyê polêsan ve bi erdê ve hat kişandîn û hat destnişan kirin ku hestiyê ryê hinarikê ew zarok hatiye şikandin. Li gor agahiyên dawî 2 polêsên suçdar ji wezifeyê hatine dur xistin.
Serokê BDP ê yê bajarê Diyarbekirê û Hevseroka KCD Yuksel Genç jî axaftineke kirin. Kan û Yuksel jî girtinên siyasetvanên Kurd û jî êrîşa li ser Ahmet Turk şermezar kirin