Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Şer û Pevçûnên Qirgizistanê bi Deyan Kes Hatin Kuştin


Xwenîşandan dijî hikûmeta Qirgizistanê li Bişkek ya paytext hatin kirin.

Karbidestên Qirgizistanê dibêjin bi sedema şer û pevçûna nêvbera hêzên polîs û xwenîşanderên dijî hikûmetê li Bişkek bi kêmî ve 40 kes hatin kuştin û 400 kesên din birîndar bûn.

Şer û pevçûna dest pêkir piştî polîsên avahiyên hikûmetê teqe kirin jibo bersing girtina xwenîşanderan.

Xwenîşnder li dervey avahiyên hikûmetê kom bûn û daxaza dest li kar kêşana serok Kurmanbek Bakiyev kir.

Dîdevan dibêjin polîsan gazên rundik-rêj û narincûkên dengî bikar anîn piştî xwenîşanderan bi otombîlekê bizav kir dergehê avahiya hikûmetê bişkînin.

Piştî hingî, bi sedan xwenîşander çûne nav jimareka avahiyên hikûmetê, ji wan avahiya perlemanê Qirgizistanê.

Rêberên opozisyonê dibêjin bi kêmî ve 100 kes hatin kuştin.



XS
SM
MD
LG