Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Mehabadê Di Encama Paqînekê de 11 Kes Tên Kuştin

Îran- Nimayişên Leşkirî
Îran- Nimayişên Leşkirî

Deselatdarên Îranê dibêjin bombek di nav nimayişek leşkirî de, li bakûra rojawaya welatî teqî û di encam de aliyê kêm 11 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn. Ji Dengê Amerîka, Elizabeth Arrot, ji bîroya me ya Rojhelata Navîn ve li Qahire, raportek hinartiye:

Raport ji Mehabadê ve diden zanîn pirraniya qorbaniyan jin û zarokin. Hatiye gotin ku havserên du efserên leşkirî di nav kuştiyan dene.

Ew bomb di nav nimayiş û rê û resmek leşkirî de roja Çarşembiyê li wî bajarê bakûra rojawaya Îranê peqiye. Rûdanên ji wî awayî li seranserî welatî çêbûne li demekê de bîranîna destpêkirina şerê Îran- Îraqê ya 30 salan berî niha tê kirin.

Çi aliyekê dem û dest xwe wek berpirsiyarê êrîşê nedaye nasandin. Lê ustandarê wê ustanê, Vehîd Jalalzadeh, gropên wê gotiyê dijî şoreş bi wî karî tometbar kiriye. Ew peyve gelek caran wek îşaretek bi milîtanên Kurd li wê herêmê tê bikaranîn.

Mehabad li nêzîk tixûbên Tirkîyê û Îraqê cih girtiye û pirraniya xelkê wê Kurdin û musolmanên Sunî in.

XS
SM
MD
LG