Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Misrê 16 Rêberên Îxwan Al Muslimîn Hatin Azad kirin.


Li Misrê 16 Rêberên Îxwan Al Muslimîn Hatin Azad kirin.
Li Misrê 16 Rêberên Îxwan Al Muslimîn Hatin Azad kirin.

Karbidestên Misrî endamên Îxwan bi pilan danana hêrişên teroristî xetabar dikin.

Dadgeheka Misrî fermana azad kirina 16 endamên mezin yên rêkxistîya Îxwan Al Muslimîn da piştî li meha du-Subatê hatin desteser kirin.

Dadgeha Tawana Qahîre ferman da ew gumanlêkirî bihên azad kirin, piştî karbidestên Misrî ew gumanlêkirî bi plan danan bo hêrişên teroristî li Misrê hatin xetabar kirin. Yek ji kesên hatin azad kirin, rêberê sereke yê Îxwan e bi navê Mehemed Îzzet.

Îxwan Al Muslimîn wek parteka siyasî bi fermî hat berbend kirin, belê yek-li-ser-pêncê kursiyên perlemanê kontrol dike, çunkî endamên Îxwanê xwe wek kandîdên serbixwe berbijar dikin.

Îxwan dawa damezirandina hikûmeteka Îslamî li Misrê dike.



XS
SM
MD
LG