Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Xwepêşandanên Tirkîye, Kesek li Bismîlê Hate Kuştin

Li Xwepêşandanên Tirkîye, Kesek li Bismîlê Hate Kuştin
Li Xwepêşandanên Tirkîye, Kesek li Bismîlê Hate Kuştin

Li navçeya Bismîlê ya ser bi Dîyarbekirê, di xwepêşandanên li hemberê biryara YSK’ê de, kesekî ku bi guleyên polîsan ji singê xwe birîndar bûbû, hat kuştin, 4 kes jî birîndar bûn. Hevserokê BDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji bo biryara vetokirina serlêdanên namzedên serbixwe ku wê îro bi serokomarê Tirkîyeyê Abdûllah Gul re hevdîtin pêk bianiya, li gor agahîyên dawî ji ber buyera Bismilê, Demîrtaş hevdîtina xwe ya bi Gul re betal kir û çû Bismilê.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin, Selahattîn Demîrtaş bi telefonê agahî daye Serokomarê Tirkiyeyê Abdûllah Gul û ragihandîye ku ew ê nikaribe here Ankarayê. Selahattîn Demîrtaş ji bo cenaze, bi Serokê Şaredadiya Bajarê Mezin a Dîyarbekirê Osman Baydemîr û bi serokê BDP’a Dîyarbekirê Mehmet Alî Aydin re çûn Bismilê.

Hêjayê gotinêye ku ji bo protestokirina biryara redkirina serlêdanên namzetên serbixwe yên Bloka Ked Azadî û Demokrasiyê, ev roj li Dîyarbekir, Wan, Dersîm, Mêrsîn, Batman, Îdir, Bazîd û li gelek navçeyan li kolanan xwepêşandan hatin lidarxistin. Protestoyên ku li hin taxên Dîyarbekir destpêkiribûn hê jî berdewam in.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG