Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girêdayî 'Kamîyona Teqemeniyan' Serokê Libnanê Daxwaza Girtina Berpirsên Hizbullahê Dike

Joseph Aoun Serokê Libnanê
Joseph Aoun Serokê Libnanê

Serokê Libnanê, Joseph Aoun, daxwaz kiriye ku berpirsên Hizbullayê yên têkildarî doza ‘kamîyona teqemeniyan’ bihên girtin.

Li gorî medya Libnanî ya roja Şemiyê, Serokê welêt Aoun ji îstîxbarata artêşa Libnanê xwestiye ku lêkolînên xwe di derbarê vê dozê de berfirehtir bikin.

Rojnameyê Libnanî Al-Akhbar, ragihandiye ku piştî vê daxwazê, Serdozgerê Giştî yê Dadgeha Temyîzê, Rami al-Haj, fermana dadwerîyê daye aliyên ewlehiyê da ku Huseyn al-Abdullah, serokê Komîteya Têkilî û Hevkariyê ya Hizbullayê, û alîkarê wî Elî Eyyûb bihên girtin.

Li gorî agahiyên rojnameyê, ev daxwaz bi wê yekê ve girêdayî ye ku herdu kes ji hebûna kamîyona teqemeniyan haydar bûn û berpirsiyariya vê mijarê li ser wan e.

Li gorî Reuters, dema ku du roj berê kamyona madên teqemenîyê li Libnanê hatin desteser kirin, roja Pêncşemê Karbidestekî Amerîkî got ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di pêwendiyeke telefonî de ji Serok Joseph Aoun re gotiye ku divê ew madên teqemeniyên ku ji aliyê rayedarên Libnanî ve ji Hizbullahê hatine desteserkirin, bo wê koma venegerin û hemû kesên ku têkildarî wê dozê ne, ferman dane, fînanse kirine û rêberiya veguhastinê kirine werin girtin.

Hêjatî gotinê ye ku rayedarên Libnanî ragihand bû ku wan komayoneke madên teqemenîyê di nav de C4 û TNT hebûn desteserkirine û Hizbullahê erê kirbû ku teqmenî yên wê ne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG