Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Lîbya Termên Qubtiyên ku Sala 2015an Hatibûn Kuştin Tên Dîtin


Desthilatdarên Lîbî termên 21 karmendên mesîhî yên Qubtî dîtin, ku sala 2015an ji aliyê rêxistina terorîst a Dewleta Îslamî ve hatibû kuştin li bajarê Sirtê.

Daxiyaniya îro Şemiyê ji aliyê medya rêxistina el-Bunyan el-Mersûs a dijî Dewleta Îslamî got çekdarekî girtî yê Daiş, ku ew êrîş bi çavan dîtibû, berferhiyên rûdanê ji wan re dabîn kirin.

Termên serjêkirî yên bi cilûbergên purteqalî û destên li baş piştê girêdayî, rêxistin dibêje, 20 ji wan Misrî û yek Afrîqî bû.

Kuştina wan a ku hatibû belgekirin bi girteyeka vîdyo ji aliyê Tundrewan ve, wê demê Misir hejand û bû egera ku operasyoneka êrîşên esmanî dijî gurûpê dest pê bike.

Tê zanîn, Lîbya wek hin welatên din ên Ereb, rastî pêla Buhara Erebî hat ku di encamê de serokê wê Moemer Qezafî hat kuştin.

XS
SM
MD
LG