Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres Banga Agirbesteke Lezgîn li Lîbya Dike


Sikirtêrê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres careke din banga agirbesteke lezgîn li welatê Lîbya kir û got divê hemî aliyên şer vegerin ser maserya diyalogê.

Bi riya daxuyanekê ji aliyê peyvdarê cîgirê xwe ve, Guterres huşdarî da ku” her piştgiriyeke biyanî ji aliyên şer re, wê tenê şerê berdewam kûrtir bike û hewlên gihîştina çereseriyeke siyasî û aştiyane têk bibe.”

Axaftinên Guterres tên di demekê de ku parlemana Tirkiyê erê kir li dor şandina hêzekê bo Lîbya da ku piştgiriya hikûmeta Terablosê bike li dijî hêzên Artêşa niştimanî ku Xelîfe Hefter komandariya wan dike.

Enqera dibêje şandina hêzan bo Lîbya girîng e ji bo Tirkiyê da ku nobedariya berjewendiyên xwe bike.

Biryara Tirkiyê ya Şandina hêzan tê di demekê de ku Yûnanistan, Qubros, Misir û Îsraîl herêmeke abûrî ya hevbeş ava kirine ku rê li hinartina nift û gazê di navbera wan de vedike û Tirkiyê bi tenê dihêle.

Peyvdarê cîgirê sikirtêrê Neteweyên Yekgirtî Ferhan Heq got Guterres dupat kir ku binpêkirina biryara Neteweyên Yekgirtî ya rêgirtina li şandina çekan bo Lîbya, ew rewşê xerabtir dike.

XS
SM
MD
LG