Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jimara Kuştiyên Êrîşa Esmanî ya Paytexta Lîbya Digihe 30 Kesî


Karbidestên saxlemiyê li Lîbya îro Yekşemê got jimara kuştiyên êrîşa esmanî ya paytexta welêt Terablosê herî kêm 30 kes e, ku piraniya wan xwendekar in.

Ji meha Nîsanê ve Terablosa paytext bûye meydana şer di navbera Artêşa Niştimanî ya Lîbî ku general Xelîfe Hefter komandariya wê dike û hêzên girêdayî hikûmetê de ku Neteweyên Yekgirtî piştgiriya wê dike.

Êrîşa esmanî derengî Şemiyê li herêma Hedeba cih girt ku li başûrê navenda bajarê Terablosê ye.

Tîmên saxlemiyê got êrîşê her wiha 33 kesên din birîndar kirin.

Erka Neteweyên Yekgirtî li Lîbya bi zarekî tund êrîş şermezar kir.

Tê zanîn ku Parlemana Tirkiyê erê kir ku hêzekê bişîne Lîbya ji bo piştgiriya hikûmetê li dijî hêzên Hefter bike.

XS
SM
MD
LG