Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gurûpa Dewleta Îslamî Berpirsiya Êrîşa Lîbya Radighîne


Gurûpa tundrew a Dewleta Îslamî Daişê berpirsiya êrîşa dijî xaleke vekolînê li rojavayê Lîbya, ku di encamê de 4 kes hatin kuştin, da ser milê xwe.

Daiş di daxuyaniyekê de, ku ajansa wan a nûçeyan Aamaq îro Şemiyê belavkir, ev berpirsiyarî ragihand.

Êrîş roja Pênşemê li bajarokê Zliten pêk hat.

Erka Piştgiriyê ya Neteweyên Yekgirtî li Lîbya û hikûmeta Lîbî ya li aliyê Rojava, ku piştgiriya Neteweyên Yekgirtî werdigre, ev êrîş şermezar kir.

Piştî xwepêşandanên sala 2011an û kuştina serokê welêt Moamer Qezafî, Daiş xwe gîhand Lîbya.

Lîbya niha di navbera du hikûmetan de dabeş bûye, yek li Rojava û yek li Rojhilat.

XS
SM
MD
LG