Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tawanbarê Lockerbie El Miqrahî Mir


Efserê berê yê ajansa agehiya Lîbyayê, ku bi teqîna Lockerbie hatibû tawanbarkirin, roja Yekşemê li Terablusê mir, nêzîkî sê salan piştî ew li zîndana Skotlandê hate azadkirin.

Abdulbasit El Miqrahî roja Yekşemê bi sedema nexweşiya şêrpêncê li mala xwe li paytexta Lîbyayê mir.

Li sala 2001'ê tawanbariya El Miqrahî bi teqandina balafira Pan Am ya Amerîkî hate piştrastkirin.

Di wê teqînê de sala 1988'ê li esmanê bajarê Lockerbie li Skotlandê, 270 kes hatin kuştin.

Miqrahî li sala 2009'ê jiber sedemên mirovatî hate azadkirin piştî tûşî nexweşiya şêrpencê bû.

XS
SM
MD
LG