Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Beravên Lîbyayê 17 Term Tên Dîtin


Wêne ji arşîvê ye.

Hevya Sor ya Lîbyayê dibêje ku bi kêmî termên 17 kesan ser beravên rojavayê welêt hatine dîtin.

Termên, ku guman heye yên koçberên ser rîya Ewrupayê bûn, roja Sêşemê li nêzîk bajarokê Zawiya yê rojavayê Lîbyayê hatin dîtin. Ew jibo veşartinê radestî desthilatên xwecihî bûn, Heyva Sor got.

Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya penaberan dibêje ku heta niha îsal bêtirî 1,100 koçber li Lîbyayê yan wekî mirî hatine ragihand yan jî wekî kesinî windayî. Li nav deryaya nêzîk beravên Lîbyayê gelek bûyerên binavbûna qeyikan çê dibin.

Ji dema ku tundûtûjî li Lîbyayê sala 2011'an destpê kiriye, ew welat bûye rîyek ji rîyên serekî ku koçber û penaberên berên xwe didin Ewrupayê bikar tînin. Piranîya wan kesan jî jiber hejarî û şerên navxweyî li welatên Rojhilata Navîn û Afrîqayê direvin.

Jêder: AP

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG